Talîzok li me rabû
Mal û milk tev wenda bû
Carê li dor xwe nêrî
Dor me tiştek nemabû
Talîzok ê da ber xwe
Birin xistin nav çerxwe
Çavên me tev kor kirin
Nikam binêrin dor xwe
Talîzok a payîz ê
Wê em xistin nav toz ê
Em tev li hev civiyan
Weke berxên nav koz ê