Sond bi canê xwe, heqê qedîm û ehda dirust be
Ku xweşiya sibeha min, duaya dewleta te ye
Hêsrên çavên mi ku ji tofana Nûh zêdetir e
Ji lewha singa min nekarî paqij ke mohr evîna te
Bazarek bike û ev dilê şikestî bistîne
Ku bivê şikestîtiyê bedelê sed hezar saxlem e
Morî ziman dirêjî li Asef kir, lê rewa ye
Ku xwedî mohra Suleyman winda kir û lê negeriya
Dilo, hêvî mebirr ji lutfa bê nîhayet a dost
Ku te peyva eşq kir bibeze ser çeng û mil
Bi rastî bikoş da ku roj bizê ji nefsa te
Ji derêwan reş bû rûwê fecra ewil
Ji destê te bûm şeydayê çol û beyar
Lê hê jî merhamet nakî û zincîran sist nakî
Merenc Hafiz, ji dilberan wefa mepê
Çi gunehê baxçe ye ku ev giha şîn nebû
Hafizê Şîrazî
Yayınevi
:
J&J Yayınları
Yazar
:
Şex Hafize Şirazi
Barkod
:
9786057957214
Boyut
:
13.5x21
Sayfa Sayısı
:
357
Cilt Tipi
:
Ciltsiz
Kağıt Cinsi
:
2. Hamur
Basım Yılı
:
2024
Cep Boy
:
Hayır
2. Hamur
Yorumlar
Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları