Deste Min Li Deste Te Digere

62,00 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
100,00 TL
Stok Adedi: 0

Tükendi

Stok Alarmı

Berhevoka şi’rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, *Destê min li destê te digere* derket.

Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje: *Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.

Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.

Mem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û *bîra me ya nîvxilmaşî* li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.*

Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Mehmet Tanrıkulu
Barkod : 9786052246788
Boyut : 14x22
Sayfa Sayısı : 96
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2020
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.