Çiroken Biwejan Cild - 6

234,00 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
260,00 TL
Stok Adedi: 0

Tükendi

Stok Alarmı

Çîrokên biwêjan, di çanda her gelî da cihkî bi rûmet digirin. Lewra ji bûyerên balkêş pêk hatine, loma jî gelekî bala mirovan dikişinin. Ev çîrok di mêjiyê mirovan da ciyekî wisa digirin ku ji wir derketina wan zêde ne guncan e. Bi rastî jî mirovê ku çîroka biwêjekê bibihîze yan jî bixwîne, nikare zû bi zû wê ji bîr bike. Her çiqas biwêj raste rast ne şîret û pend bin jî, lê bi hîkayet û bi wateya mecazî gelek caran ji mirov ra dibin şîret û pendên herî xurt. Di çîrokên biwêjan da hêza afirandina gel a ku bi domana sed salan da bi awayekî hevkarî û kolektîf pêk hatiye heye. Ji ber wê jî encamek xurt derdixe pêş. Di van çîrokan da mîr, şah, axa, paşa, gundî, jin, mêr û cure cure heywan geh bi awayekî qerfî, geh bi awayekî, komîk, cari-nan jî bi rexneyî, carinan jî bi awayekî trajîk rista xwe dilîzin. Nakokî û dubendiyên di navbera eşîr û gelên cîran da û yên di navbera dîn û mezheban da di van çîrokan da bi awayekî zelal tên zimên. Di van çîrokan da duristî û sextekarî, gêjî û bîjî, xayînî û mêranî, saftî û dilxiltî, doxînsistî û tolazî, xweşbînî û reşbînî û herwekî wê gelek mijar bi awayekî ku di mêjiyê mirov da baş cî bigire hatine neqişandin.

Yayınevi : J&J Yayınları
Yazar : Mustafa Borak
Barkod : 9786257978293
Boyut : 14x21
Sayfa Sayısı : 400
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2020
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.