Xeliya Spi

112,88 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
166,00 TL
Stok Adedi: 4

Tükendi

Stok Alarmı

Qedera Xaylaza Reşîd jî wekî qedera gelek Kurdan bûye. Di dema qira sedsala 20’î a here mezin, ku Împêratorîya Osmanîyê anî serê Ermenîyan û Kurdên Êzdî, malbeta kal û bavê wê jî ji welêt revî, hat li gundê Pampa Kurda li Ermenîstanê hêwirî, paşê Xaylaz bo xwendinê çû Rewanê, dû re çûye Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê û ne xuya ye wê tevayîya emirê xwe li wir bimîne, an wê qederê dîsa bi me û bi wê bilîze.

Xaylaza Reşîd bi hinek helbestên xwe ve wê zincîrê diqetîne, ku erf û edetê miletîyê bi wê evîna paqij qefs kirine, di hinek helbestan da ew qeyd û çîdarên astengîyê ên li ser evînê hûrxweş dike, di hinek helbestan de jî ew bi evîna xwe a paqij û zelal, helal û delal kelemçeya neheq ku kirine dilê evîndaran, bi nermî û nazikayî ji hev dike.

Dixwazim binivîsim,
Ne helbestvan im,
Dixwazim rabim wêneyekê
Bidime ber xwe bikişînim,
Nexşa lê kim,
Wîîî…
Nikarim, ka huner?…
Huner tune…
Dil jî tijî ye…
La kavil bûyê li serê min de
Lê wê çawa be,
Ku de herim?…

Yayınevi : Lis Basın Yayın
Yazar : Xaylaza Reşid
Barkod : 9786058140882
Boyut : 14x20
Sayfa Sayısı : 349
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2018
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.