Lêgerîna Gulsîdayê ya ji bo Rênas berdewam e. Ew gava li serê çiyayê bi berf û bahoz, noqî rojnivîska Rênas dibe gav bi gav bîranîn wî dijî. Ew dibîne ku Rênas jî daye pey şopa wê;,hema kî divîne wê ji wan dipirse.
Paş perdeya nivîskar Mahîr Bagok; şer û pevçûn e, dijwariya li çiyê ye. Xwendevan wê di her rûpelê vê pirtûkê de bikeve nav meraqekê; destên li ser tetikê, çiyayên bi heybet, birçîbûn, evin û kemîn.
Zemîn û atmosfera berhemên Bagok dişibin hev; salên notî, têkoşîn û şer. Xuya ye nivîskar dixwaze pênûsa xwe bide qîrandin û dengê xwe bigîhîne her derê. Ev romana ku berdewama romana nivîskar a binavê “Kefiyên Cihêreng”e bi vê hevokê diqede;
“Xwezî niha narîncokek hebûna!”
Yayınevi
:
Na Yayınları
Yazar
:
Mahir Bagok
Barkod
:
9786257085939
Boyut
:
13.5x19.5
Sayfa Sayısı
:
130
Cilt Tipi
:
Ciltsiz
Kağıt Cinsi
:
2. Hamur
Basım Yılı
:
2023
Cep Boy
:
Hayır
2. Hamur
Yorumlar
Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları