li bajarokekî lal, di bin ezmanekî ker de, kor mabûyî. Melkemotê te hêviya xwe ji te birîbû, dev ji te berdabû, beriya te miribû. Bi tenê periyek li hêviya te mabû û ji çûna te re deriyek... Weke tirbeke kolayî ya li benda miriyê xwe mayî, hinavê te vala bûbû. Li ser pira siratê, li ser devê kêreke tûj dimeşiyayî. Ne li ser erdê û ne jî di binê ezmên de bû canê te.