Menü
Kapat
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kapat
Sepetim

Şikeft

324,00 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
400,00 TL
Stok Adedi: 5

Tükendi

Stok Alarmı

Ev roman li ser mikurhatin û poşmaniyên li ber mirinê hatiye sazkirin. Nivîskar xwestiye bi xwendevan bide nişandan, gava merov ber bi mirinê ve diçin li çi vedigerin. Atmosfera şikeftê rûyê sêzdeh kesan radixîne ber çavan. Hewla xelasbûnê her tiştî bi me dide jibîrkirin. Û em bala xwe didin aksiyona di wî cihê teng û bi xof de. Pirçîbûn, çavnebarî, mar û duvpişk, mirin û evin… Ev roman wê heta roja sêzdehan jî we bikşîne nav rûpelên xwe…

***
Di serî de hin kevirên biçûk ji jor de ketin xwarê. Kesên li ber deriye şikeftê bûn, ji bo xwe biparêzin, ji ber derî bi dûr ketîn. Li kevirên diketin temaşe kirin. Hîmekî mezin ji jor de ber bi derîyê şikeftê ve gêr bû, kete ser wê dikê. Mîna ku tu kulmek nok li tehtê xênî, her kes ber bi hêleke hundirê şikeftê ve pengizîn. Di serî de jinan kirin qîrîn. Ku di qîrînan de, mina ava li ser kuçik dikele; him ji bo tiştê qewimî, him jî ji bo ihtimala dû wê kelecanek heye. Pirê wan, mîna simbilên genim, ên ku dikevin ber bayê kesê zalim, lerizîn. Xofekê wan girt. Tirsa wan bilind bû, mûyên canê wan gij bûn. Paşê jî, hin kevirên din yên mezin ketin ser wî hîmî.  Hema hema devê şikeftê hate xetimandin. Hew li jorê devê şikeftê piçek valahî mabû û ronahîyeke gewrê tarî di wir de derbasî hundir dibû. Wer xuya bû, xweza li wan hatibû xezebê… 

Yayınevi : Na Yayınları
Yazar : Mihdi Perinçek
Barkod : 9786256678736
Boyut : 13x21
Sayfa Sayısı : 186
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2026
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.