Dema Kazim xatir ji Serbaz Alparslan xwestibû û ketibû rêya xwe ber bi Stembolê ve, peyvên Alîşûr di serê wî de dubare dibûn. Gava çav li çivîkan ketibû, ew peyvên wî hatibû bîra wî. Serê xwe di şebaka siwarê re derxistibû û qiriyabû. Her digot û bang dikir ji çivîkan re: “Silav, silav ji dînê binê erdê!”
Newaf Mîro, di “Sêwiyên Bi Dayik û Bav” de edaleta li rûyê vê dinyayê dipîve.