Wê zivistanê li gundê Siyarpêtê ku di nav çiya û newalan da hatibû jibîrakirinê gelekî berf barîbû. Dibe ku li cîhekî din bûya hinekan dê bi kêf ew berfa spî temaşe bikirana. Lêbelê li wir wek her demê hemû gundiyan bi qisawetê ji baceyên xwe yên piçûk, bi tirs û xof temaşeyî derva dikirin li barîna berfê. Çiya, newal, zevî, ser xaniyan, bin xaniyan, ser dar û daristanan hemû bi berfê spî bûbûn. Jiyan sekinîbû, gol û çem qeşagirtî bûn. Bi tenê dengê ava kaniyan wek muzikê dihat û ev bêdengî ji holê radikir. Dibe ku ew dengên ava kaniyan bi tenê nîşana jiyanê bûn wê rojê.
Yayınevi
:
Nando Yayınları
Yazar
:
Oktay Öztürk
Barkod
:
9786259796291
Boyut
:
13x21
Sayfa Sayısı
:
334
Cilt Tipi
:
Ciltsiz
Kağıt Cinsi
:
2. Hamur
Basım Yılı
:
2025
Cep Boy
:
Hayır
2. Hamur
Yorumlar
Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları