"Wê rojê mirov di çavê min de mir, mirovahî jixwe mirî bû... Navê min `Kurtikê bi Betan` e. Li ser laşê min tenêtiya min wek daristanê şîn bû. Li ser laşê min fermana serê Ermeniyan hat birîn. Li ser laşê min tenûra agir dadan û ez bi saxî şewitandim. Bi saxî ez kuştim, girtim û sirgûn kirim. Li ser laşê min ê tazî tova mirinê reşandin.
Wek kurtikekî bi betan jî nedibûm. Wek mirovekî bê laş, bê rih û bê serî bûm sed sal. Ev sed sal e ez nîvco mame. Çiyayên Sasûnê û Andokê şahidê vê êşê ne. Ez bê çerm im, bê zar û ziman im. Lê dîroka ku tê xwestin were jibîrkirin, di dilê min de dijî.
De ka werin em bi hev re herin ji vê mirinê! Em herin cihekî ku mirov û jiyan lê ne mirî ne. Em herin cihekî ku heqîqet lê nehatiye tinekirin."
Yayınevi
:
Sidar Yayınları
Yazar
:
Mehmet Ali (Devrim) Barış
Barkod
:
9786259114897
Boyut
:
11x17
Sayfa Sayısı
:
64
Cilt Tipi
:
Ciltsiz
Kağıt Cinsi
:
2. Hamur
Basım Yılı
:
2026
Cep Boy
:
Hayır
2. Hamur
Yorumlar
Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları