Roman, bi serê xwe bargiranîya jîyanê ye; rûpelên vê romanê tije hêsir, keser û bîranînên winda ne. Her karakterekê di nav pelên wê de, perçeyekî ji êşên kûr ên mirovahîyê hildigire. Lêbelê, ya ku vê êşê girantir dike, bêdengî û bêeleqedarîya dinyayê ye. Mirov, li hemberî qîrîna bûyeran guhên xwe ker dikin, çavên xwe digirin û di tarîya xemsarîyê de winda dibin.
Bêeleqedarîya civakê ya li hemberî pirtûk û çîrokên mirovî, nîşaneya sarbûna dilan û tenêbûna sedsala me ye. Qîrîna gelê Kurd û êşên gelê Kurd yên di jîyanê da derbasî rûpelan bûye. Ev rûpelên romanê banga hiyarbûnê ye ji bo mirovahîya ku di nav bêdengîyê de xeniqî ye. Bêdengîya mirovahîyê, birîna herî kûr e, derman nake.
Yayınevi
:
Sidar Yayınları
Yazar
:
Hamit Adiman
Barkod
:
9786255979827
Boyut
:
13x21
Sayfa Sayısı
:
220
Cilt Tipi
:
Ciltsiz
Kağıt Cinsi
:
2. Hamur
Basım Yılı
:
2026
Cep Boy
:
Hayır
2. Hamur
Yorumlar
Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları