Ez nizanim çawa û ji ku qala xwe û xemên xwe bikim. Em mirî, ne hewceyî nan û avê ne, em hewceyî bextewarî û şahiyên dûmayiyên xwe ne. Bi birçîbûna wan re em birçî ne, bi tîbûna wan re em tî ne. Bi rebeniya wan re, em reben in. Bi melûlî û jariya wan re em jar û melûl in. Bi dilê wan re dilê me lê dikeve, bi dildariya wan re em evîndar dibin.”
Di vê romanê de Newaf Mîrov miriyekî bi me zindiyan re dide axaftin…