Evdale Zeynike u Cegerxwin

56,70 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
70,00 TL
Stok Adedi: 6

Tükendi

Stok Alarmı

Dayîk bi kilaman, bi lorandinê bi zarokên xwe şah dibin, bi çîrok û kilaman zarokan radizînin. Bi kilaman bûkan siwar dikin, bi kilaman mêrxwasên xwe dişînine li ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verê dikin. Şivan bi kilam û bilûrê kerên xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotên xwe li ser axê dikşînin. Kilam ji xerîban ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirên hesreta dilê xwe kerr dike. Kurd bi kilaman laqirdiyan dikin, bi kilaman dikenin, bi kilaman digirîn. Tu tişt hesîn, his û agirên welatparêziyê, miletparêziyê, heqiyê û ramê di nav evdên Kurd da ewqas zû gurr nakin bi qasî zargotinê. Destanên me bi kilamî têne gotin, ebûbeta dînî, heta dua-dirozge jî bi stran in.
            Zargotina Kurdî pircûre, pirawaz û pirreng e. Ew çîrok in, destan in, afirandinên olî ne, kilam in, beyt in, mesele û metelok in. Her cûreyekî afirandina bedewtiyê ya gelêrî, nexş û awazek e, reng û rewşek e, bedewîyek û xemlek e, qeydekî şîrîn yê xezayî yê giranbiha ye…
            Di odeyên gundan yên tarî da zargotina me hatiye xwedîkirinê, di wan da ew xizneya ruhî ji nifşekî derbasî nifşê din bûye. Ode bi dewranan, ji gelê me ra dibistan û “unîversîte“ perwerde, zanîn, dîrok, medeniyet, xwedîkirin û dewlemendkirina ziman û edebiyata gelêrî bûne.

Yayınevi : Na Yayınları
Yazar : Eskere Boyik
Barkod : 9786257085540
Boyut : 13.5x19.5
Sayfa Sayısı : 116
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2022
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.