Dılopek Berxwedan

136,00 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
200,00 TL
Stok Adedi: 5

Tükendi

Stok Alarmı

Di pişt wan dîwarên sar ên zindanan da nivîsandina her peyvê werdigere berxwedanekê, ya her hevok û rêzê jî dadigere coşa azadiyê. DILOPEK BERXWEDAN jî şahidiyek xurt a berxwedan û têkoşîna hebûnê ya takekesî ya di bin şert û mercên herî dijwar de ye.
Ev berhem ne tenê rêzeyek bîranînan e; ew di heman demê de awêneya serdemekê ye jî. Kemîran Reşîd Bekir wan trajedîyen ku di zindanan da di bin şert û mercên dijwar de hatine jiyîn, wan kêlîyên ku mirov bi rûmeta xwe hatiye ezmûnkirin û wan jiyanên ku mişt bi kela azadiyê dagirtî bi rengekî kûr û jidil radixîne ber çavan. Ew ji aliyekî ve çîrokên wan mirovên ku di bin şert û mercên herî dijwar de hêvîya xwe parastî vedibêje; ji aliyekî ve jî hêza li berxwedana kolektîf bi bîra mirov dixîne.
Di pirtûkê da têkoşîna gelekî ya ku di vebîra takekesî û civakî de bi cih bûyî hatîye tomarkirin û hatiye nîşandan ku bê ka rihê mirov di tariyê de jî çawa xwe li ronahiyê digire. Çîrokên piştgirî, fedekarî û lehengiyê yên di pişt perdeya jiyana rûtîn a zindanê da ji deriyên hesin derbaz dikin û heçko dibêjin: “Em hene, em li vir in û em dê ti carê dev ji têkoşîna xwe bernedin”. Ev çîrokên berxwedanê yên ku wek diyariyekê pêşkêşî têkoşîna gelekî hatine kirin, herçiqas ji ezmûnên takekesi hatibin dawerivandin jî ji aliyê çawaniyê ve ew him wek belgeyên dîrokî ne, him jî rê li ber xwe lêpirsînkirina mirov vedikin û bi bîra mirov dixînin ku hêvî di bin şert û mercên herî dijwar de jî şîn dibe…

Yayınevi : Aram Yayınları
Yazar : Kemiran Reşid Bekir
Barkod : 9786052931042
Boyut : 13x21
Sayfa Sayısı : 264
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2025
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.