“sewta dilê xwe ji pinpinîkên hêviyên 
min re bihêle
dema tu çûyî
helbestên xwe yên lîlanî
ji beytikên xewnên min re bihêle
mistek xwestekên bêdeng 
ji min re bihêle
ez ê her û her 
di boxçika dilê xwe de 
veşêrim evîna te
dema tu çûyî
kenê xwe yê hingivîn
ji dilê min re bihêle
dê wê çaxê qet necemide xeyalên min
dema tu çûyî
naa! naa! qet neçe…”