Çavkanî pirtûka yekem a Fêrîkê Ûsiv e ku ev pirtûk bi zarekî herikbar, kubar û mişt ji rabûn û rûniştin û toreya Kurdî av vexwarî pêk tê. Deng û reng û bîna xwezaya wetenê xwe wekî şekirê di nava çayê de têkel kiriye û wekî karxezalekê raberî me dike. Em di vê dîwanê de li gelek taybetîyên Fêrîk rast tên ku di pirtûkên din de wê bibe palpişta hostayîya wî a li şi’rê. Gotin û vegotina ji deryaya dengbêjîya Kurmancî av vexwarî û lîrîzma ji kana siruşta welatê wî derbûyî hê di serî de pireke zexm di navbera xwe û xwendevanan de ava dike:
Gundê Pampê dawet gendî,
Ez lê teglîf, ez lê xwendî.
Di nav koma qewm û biran,
Min wergirtiye xemla giran.
Li bejna min çuxê Kurda,
Kembera zîv qayîş ser da.
Li ser pişta kihêl Pêgas,
Xweş hêl dibim ber bi Parnas.
Yayınevi
:
Lis Basın Yayın
Yazar
:
Ferike Usiv
Barkod
:
9786058152144
Boyut
:
13x21
Sayfa Sayısı
:
81
Cilt Tipi
:
Ciltsiz
Kağıt Cinsi
:
2. Hamur
Basım Yılı
:
2018
Cep Boy
:
Hayır
2. Hamur
Yorumlar
Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları